Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona 22 Mîlyon Derbaz Kir


Hejmara pêketîyên vîrusa korona 22 mîlyon derbaz kir.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 22,158,775 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan bi qasî 5,5 mîlyon e.

Li dû Amerîka, bi 3,4 mîlyon pêketîyan Brezîlya, li dû wê jî bi 2,7 mîlyon pêketîyan Hîndistan tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 781,366 kesan jîyanên xwe ji dest dane.

Amerîka bi 171,823 mirinên ji vîrusa korona di rêza pêşî de ye û li dû wê bi 109,888 mirinan Brezîlya heye.

Vîrusa korona di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê bi qasî 90,000 kes bi vîrusa korona ketine û 4705 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.


Source link

About Hooshyar

Check Also

Hejmara pêketiyên Korona, 142,316,364 milyon derbas kir

Hejmara pêketiyên Korona, 142,316,364 milyon derbas kir Source link

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *