Destê Sûriye û Hizbullahê tê de heye

PeyamaKurd – Dadgeha Navdewletî ya Lahey ku îro ji bo sûîqesda kuştina Serokwezîrê berê yê Lubnanê Refîq Herîrî civiya û ragihand ku tawana terorî ya kuştina Herîrî ji bo armancên siyasî pêk hatiye û ji xeynî Hizbullahê tiliya Sûriyê jî tê de heye.

Dadgehê piştrast kir ku sûdeya kuştina Herîrî ji bo Hizbullah û dewleta Sûriye hebû, lê belê ti nîşaneyên li ser berpirsên fermandariyên Hizbullah û Sûriyê di sûîqesda Herîrî de nîn in.

Îro 18ê Tebaxê danê nîvro li Laheyê rûniştina dadgehkirina suîqesda Herîrî dest pê kir ku serokê dadgeha taybet bi Lubnanê piştî destpêkirina civîna dadgehê got: “Suîqesda Herîrî tawaneke terorî ye ku ji bo hedefên siyasî pêk hatiye. Tawanbar girêdayî Hizbullahê ne. Tawana suîqesdê bi bikaranîna zêdetirî 2.5 ton teqemeniyê pêk hatiye.”

Serokê dadgehê diyar kir: “Beriya Herîrî bê kuştin, bi baldarî hat şopandin. Herwiha tawanbarên bi navê Selîm Eyaş, Hesen Mirî û Mistefa Bedredîn torên peywendiyan ji bo suîqesda Herîrî bi kar anîn.”

 Dadgehê keşif kiriye ku tawanbaran hewl daye wê kiryarê bixin stûyê kesayetên nenas da ku tawana xwe bidin nixumandin.

Dadgehê herwiha bal kişand ser rola her çar endamên Hizbullahê di teqîna xwekujiyê de ku di encamê de Herîrî û 21 kesên din hatine kuştin û 226 kes jî birîndar bûbûn.

Dadgehê tawanbariya li ser mizintirîn fermandarê leşkerî yê Hizbullahê Mistefa Bedredîn rakir, ji ber ku di 2016an de li Sûriyê hatiye kuştin. Lê tawanbarên din ên bi navên Selîm Eyaş (Ebû Selîm), Esed Sebra û Hesen Inêsî ku navê xwe piştre bi Hesen Îsa guhertiye, herwiha Hesen Hebîb Mirî bi pêkanîna wê tawanê hatin tawanbarkirin.

Hat zanîn ku dê danişîna diyarkirina ceza di demeke pêş de were lidarxistin. Lê belê ji ber ku ti cezayên bidarvekirinê di sîstema dadgehên Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê de tune ye, cezaya herî tund ku li ser tawanbaran bê sepandin muebed e.

Refîq Herîrî 14ê Sibata 2005an di encama êrîşeke bombeyî ya bi ser karwana wî de hatibû kuştin.


Source link

About Hooshyar

Check Also

Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona ji 140 Mîlyonî Borî

Hejmara pêketîyên vîrusa korona ji 140 mîlyonî borî. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *