Cenazeyê Î.E. di bin zexta polîsên Tirk de hate veşartin


Li navçeya Qubînê ya Êlihê, keça ciwan Î.E. (18) ku leşkerê  Tirk Mûsa Orhan destdirêjî li wê kiribû, di 16’e tîrmehê de hewl dabû ku xwe bikuje. Î.E. duh li nexweşxaneya ku lê tedawî dibû, mir. Cenazeyê Î.E. piştî otopsiye, bi ablûkaya polîsên Tirk li Goristana Asrî ya Êlihê hat veşartin. 

 

ÊRÎŞA POLÎSÊN TIRK

 

Polisên Tirk ji bilî malbatê destûr neda ku tu kes tevlî merasîma cenaze bibe. Polisan ji parlamenter, partiyên siyasî, parastvanên mafên mirovan, nûnerên rêxistinên sivîl re bûn asteng. Girseya ku li ber goristanê li hev kom bûn bertek nîşanî vê helwesta polisan dan. Li ser vê yekê polisan mudaxaleyî Parlamenterê HDP’ê yê Sêrtê Sidik Taş û koma li cem kir. 

 

Cenaze ji aliyê  malbatê ve hat definkirin. 


Source link

About Hooshyar

Check Also

Rûsyayê çima firîna balafiran a ber bi Tirkiyê rawestand?

Sektora turîzmê ya Tir li hêviyê bû ku heta 1’ê Hezîranê 800 hezar turîstên Rûs …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *