Trûmp wê dest biavêje qada parastî ya li Alaskayê


Wezîrê Karên Hundir Davîd Bernhardt ji rojnameya Wall Street Joûrnalê re axivî û diyar kir ku li qada faûna neteweyî ya Arktîkayê wê firotina mafên taybet ên petrolê “ji dawiya salê û pê ve” dest pê bike.

Bernameya sondajê wê li qadeke peravî ya ji 70 hezar kîlometreçargoşeyî bê kirin. Li vê qada ku bi qasî Îrlandayê mezin e, rezervên herî mezin ên li qada parastî ya li okyanûsa Arktîkayê heye.

Li vê qada navborî hirçên cemseran û karîbû hene.

Gelek rêxistinên hawirdorê, ji salên 1980’î û vir ve li dijî projeyên sondajê yên li ser herêmê derdikevin.


Source link

About Hooshyar

Check Also

Li Serêkaniyê çete bi hev ketin, gelek ji hev kuştin

Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a ANHA’yê, ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên ji nava bajarê …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *