Rêvebiriya Rize yê Tenduristiyê: Talûke gelek mezine

PeyamaKurd– Rêvebiriya tenduristiyê ya bajarê Derya Reş ya Rizeyê ragihand ku nexweşên koronavîrusê gelek zêde bûne, vîrus gelek nêzî wan e û talûke gelek mezine.

Rêvebirî ragihand ku çawa li seranserê welat nexweşîn zêde dibe, her weha li bajarê Rizeyê jî zêdebûna pandemiyê dewam dike. Bi taybetî piştî cejna Qurbanê pêvajoyekî weha nexweş dewam dike. Rêvebirî weha got:

“Tevî ew çend gotin, nûçeyên xemgîn, wefatên bi êş û eziyeta ku ji ber nexweşînê dikşînin, weka qet tiştekî nebûye hêjî dikarin di dawetan de horon bileyîzin. Bo wext derbas bikin, li kafeteryayan bê tedbir rûnên û herkes dibêje tiştek nayê serê min lê vîrus gelek nêzî herkesiye û talûke mezine.”

Rêvebiriya tenduristiyê ya bajêr xeta telefonê ya taybet danî û herkes dikare ew kesên an market, xwaringeh, kafeterya û çayxaneyên ku li pey fermanên tedbîran naçin wan, îxbar bikin.


Source link

About Hooshyar

Check Also

Cîgirê fermandarê Feyleq Quds mir

Cîgirê fermandarê Feyleq Quds mir Source link

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *