Li Kurdistanê di 24 seatên dawî de 537 kes bi vîrusê ketin 21 kes canê xwe ji dest dan

Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Herêma Kurdistanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê hat diyarkirin; di 24 seatên dawî de li Herêma Kurdistanê 21 kes ji ber coronavîrusê canê xwe ji dest dan û 537 kes jî bi vîrusê ketin.

Li Herêma Kurdistanê heta niha 21 hezar û 197 kes bi vîrusê ketin ku ji van 11 hezar û 496 kes baş bûn û 753 kes jî canê xwe ji dest dan.(ÎLKHA)


Source link

About Hooshyar

Check Also

Rêxistinên Hemrîn banga belgekirina tawanên Enfalê dikin

Rêxistinên Hemrîn banga belgekirina tawanên Enfalê dikin Source link

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *