Hikûmeta Fransî bi Sendîkayan re Ser Mecbûrkirina Maskan Dipeyîve


Hikûmeta Fransa bi armanca rawestandina zêdebûna bûyerên vîrusa korona îro Sêşemê bi sendîqayan re di derbarê pêdivî yên karanîna maskan li kargehan axaftinên şewirmendîyê dike.

Konseya Bilind ya Saxlemîya Giştî ya Fransa di dawî ya vê heftêyê de, jiber ku ji meha Gulanê vir ve bo cara yekê hejmara bûyerên vîrusa korona ji 3000’an derbaz kirîye, pêşniyar kir ku li tevahîya kargehan de karanîna maskan were mecbûrî kirin.

Li gelek welatên Asyayê karanîna maskan bi şewaezeke rêkûpêk tê bicîh anîn û niha bi sedema pandemîyê pêwistîya li cihên gelemperî her diçe zêde dibe, lê mecbûrkirina karanîna maskan ya li kargehan ji hêla hikûmetê ve kêm e.

Wezîra Kedê yê Fransa Elisabeth Borne îro Sêşemê pîvanên nû yên karanîna maskan ya li kargehan ji sendîqayan re radigihîne.

Wezîr Borne di hevpeyvînekê bi rojnameya Journal du Dimanche de got ku karanîna maskan di cîhên kolektîf di û civînan de mecbûrî be, lê mirov dikarin li ofîsên taybet maskan derxînin.

Wezareta wê heya dawîya civînan ewê lîsteyeke rêgez û pîvanên nû dîyar neke.

Karbidestên sendîqayan bi armanca parastinên dijî vîrusa korona givaştinan dikin. Di demên zûtirin yên vê salê de karmendên Muzexaneya Louvre, Amazon ya Fransa û kargehên din jiber fikarên ku tedbîrên parastinê yên bo karmendan ne bes in, ji kar derketibûn.

Rêjeya bûyerên COVID-19 ya Fransa niha li Ewrûpa di asta herî bilind deye, lê hikûmeta Fransa bi biryar e ku venegere qonaxa tedbîr û qedexeyên bi girtineke tevahî ku dikare yek ji aboriyên herî mezin yên cîhanê hilweşîne.


Source link

About Hooshyar

Check Also

Derhenêr Alan bi Belgefîlma Xwe Bal Dikşîne Ser Dijwarîyên Ajalan (Dengê Amerîka)

Alan bi belgefîlma “Bavê Kûçikan” dixwaze bal bikşîne ser dijwarîyên ajalan li herêma Wanê Source …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *