Dadgeha NY Dibêje Delîl Tune ku Rola Rêbertîya Hîzbullahê yan Hikûmeta Sûrî di Kuştina Harirî de Heye

Dadgeheke bi piştgirîya Neteweyên Yekbûyî îro Seşemê got ku delîl tuneye rola rêbertîya Hîzbullah yan jî hikûmeta Sûrî di kuştina serokwezîrê berê yê Lubnanî Refîk Harirî ya sala 2005’an de heye.

“Biryara dadgehê ye ku Sûrîyê û Hîzbullahê xwestibe ku Harirî tune bikin, lê delîl tuneye ku rêbertîya Hîzbullah di kuştina wî de roleke lîstibe û delîla rasterast tuneye ku hikûmeta Sûrî di kuştina wî de cîh girtiye,” dadwer David Re got.

Çar endamên rêxistina Hîzbullaha Şîa ya bi piştgirîya Îranê, bi îdiaya pêkanîna êrîşa bombeyî ya hêzdar tên dadgeh kirin ku Harirî û 21 kesên din di wê peqînê de hatibûn kuştin.

Harirî, mîlyarderekî Sunnî bû û bi Amerîka, Ewrupa û dewletên Sunnî yên Kendavê re xwedîyê peywendîyên xurt bû û wek kesekî pêşîgirê bandora Îranî û Sûrî li Lubnanê dihat dîtin.


Source link

About Hooshyar

Check Also

Nirxê diravan li Herêmê

Nirxê diravan li Herêmê Source link

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *