Li Başûrê Qamişlo Navbera Hêzên Amerîkî û yên Hikûmeta Sûrî Pêvçûn Derketin


Îro sibehê li gundê Til Zeheb ya nêzî bajarokê Til Barakê, rêbendekê artêşa Sûrîyê rê li ber hêzeke Amerîkî girt û nehişt derbaz be.

Li gor agahîyan, piştî ku leşkerên hikûmeta Sûrî hêza Amerîkî armanc girt û Amerîkî jî bersîv da.

Jêderên xwecîhî ragihahnd ku di nav hêzên hikûmeta Sûrî de kuştî û birîndar hene.

Li alîyê din, ajansa fermî ya hikûmeta Sûrî SANA ragihand ku helîkopterên Amerîkî rêbendeke wê bombebaran kiriye û di encamê de leşkerek hatiye kuştin û duyên din jî birîndar bûne.

Şer û alozî di navbera her du alîyan de piştî wê yekê derketiye, ku hêzên ser bi hikûmeta Sûrî ve li gundê Til Zeheb rê li ber hêzeke Amerîkî girtine û rê nedane ku ew derbaz bibin.

Piştî bûyerê du helîkopterên Amerîkî li esmana deverê firîne ku hêzên li erdê bikaribin xwe bigehînin herêmên bin kontrola HSD’ê.

Dîsa, di meha Sibatê de li gundê Xirbet Emo yê girêdayî Qamişlo, ku ew gund bin kontrola hikûmetê ye, milîsên hikûmetê hêzeke Amerîkî armanc kiribû.

Hêjayî bîrxistinê ye ku heya dema amadekirina vê raporê hêzên koalîsyonê û HSD’ê ti daxuyanîyên derbarê bûyerê nedane.


Source link

About Hooshyar

Check Also

ئەمەریکا و ئەوروپا نیگەرانن لە ڕەوشی تەندروستی ناڤاڵنی و پەیام بە ڕوسیا دەدەن

بەڕێوبەری سیاسەتی دەرەوەیی یەکێتی ئەوروپا دەڵێت یەکێتی ئەوروپا ڕوسیا بەرپرسیار دەکات لە بەرامبەر ڕەوشی تەندروستی …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *