Kolonel Caggins Derbarê Bûyera Til Zahab Agahî Dide


Berdevkê Koalîsyonê Kolonel Myles Caggins ser bûyera Til Zahab ji Dengê Amerîka re got ku hêza wan dema ku bûn armanca êrîşa hikûmeta Sûrî, bi HSD’ê re di nobedarîya normal de bûn.

“Îro dora set 9:20 sibehê, hêzeke koalîsyonê bo hêzên Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) di dewreyeke normal ya lêgerîna şaneyên DAIŞ’ê li herêmê li nêzîkî Til Zahab rastî rêbendeke hikûmeta Sûrî hat. Piştî nîqaşeke kin, dema ku hêza koalîsyonê vekişîya rastî gulebarana bi çekên sivik ji hêla leşkerên Sûrî yên ser rêbendê bûn hat. Hêza koalîsyonê j bo parastina xwe bersîv da.”

Kolonel Caggins piştrast kir ku ti êrîşeke esmanî çênebûye.

“Niha dixwazim bêjim ku koalîsyon ti êrîşeke esmanî pêk neanîye. Li wir helîkopterên koalîsyonê li esmanê hebûn û çavdêrîya hêza ser erdê dikirin û wan ti darbê neavêt rêvendê. Dewreya me vegerîya bargeha xwe û ti endamekî hêzên koalîsyonê birîndar nebûn, lêpirsîna bûyerê hîn berdewam e.”


Source link

About Hooshyar

Check Also

Hejmara pêketiyên Korona, 142,316,364 milyon derbas kir

Hejmara pêketiyên Korona, 142,316,364 milyon derbas kir Source link

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *