Gelo çima ji Îsmaîl Axayê Șikak ra Simko dibêjin?

Gelo çima ji Îsmaîl Axayê Șikak ra Simko dibêjin?

Kerem bikin:

şirovekrineke balkêş ser navê mezinahîyên me

ji nivîskar û lêkolînerê me yê binavûdeng.

Perwiz Cihanî

 

Di zimanê kurdî da du pașgirên: „ko“ û „kê“ hene. „Ko“ li dû navê mêran û „kê“ jî li dû navê jinan ra tê û wateya xoșewîstî/ezîzî yê didin.

 

Di zimanê Kurdî da nav û bi taybetî jî navên neyî Kurdî tên kurtkirinê. Bo nimûne Ebdullah dibe: Ebo, Evdo… Muhemed dibe: Miho, Mihê, Hemed, Hemke… Îsmaîl dibe: Simayîl, Simo.

Navê Îsmaîl Axa jî kurt bûye û pașgira „ko“ ku bi wateya xoșewîstîyê ye, lê zêde bûye û bûye Simko. Simko wate Îsmaîlê xoșewîst.

Ev pașgira „ko“ li dû gelek navên dî ra jî tê, ku yek ji wan Șêrkoyê apê Sellahedînê Eyyûbî ye. Lê muxabin navê wî di gelek jêderan da bi taybetî jêderên Farsî da bi șașî Șîrkûh, wate  „șêrê çîya“ hatîye rave kirin. Ku șaș e. Weke çawa eceman navê Simko kirine Simîtqo, Farsan jî navê Șêrko kirine Șîrkûh/ Șîrêkûh…

 

Riataza


Source link

About Hooshyar

Check Also

Cîgirê fermandarê Feyleq Quds mir

Cîgirê fermandarê Feyleq Quds mir Source link

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *