Dewriyeya hevpar a Rûs-Tirk a li Idlibê bû hedefa roketan


Li rêya M4 (Heleb-Lazkiye) ya Idlibê, roja Duşemê di dema dewriyeya hevpar a Rûs-Tirk de teqînekê rû da.

Navenda Lihevkirinê ya Aliyan a Rûsyayê ya li Sûriyeyê diyar kir ku teqîn li nêzî wesayita leşkerên Tirk pêk hatiye.

Ji dîmenên li medya dîjîtal hatine belavkirin tê dîtin ku roketek li wesayita leşkerên Tirk dikeve.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaharova roja 13’ê Tebaxê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku “ji ber provokasyonên milîtanên li herêmê” dewriyeyên hevpar ên Rûs-Tirk hatine rawestandin.

Lê belê 4 roj piştî vê daxuyaniya Zaharova li ser rêya M4 dewriyeya hevpar pêk hat.

Heman demê hate ragihandin ku Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan û Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn li ser Sûriye, Lîbya û Rojhilatê Derya Spî bi telefonê bi hev re axivîne.


Source link

About Hooshyar

Check Also

Aboriya parlemanê: Hikûmet nikare mûçeyan bibire

Aboriya parlemanê: Hikûmet nikare mûçeyan bibire Source link

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *