Xetên Telefonê yên Navbera Îsraîl û Îmaretê Êdî Dixebitin


Xizmetên telefonê yên navbera Îsraîlê û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî, bi vebûna kanalên dîplomatîk yên navbera her du alîyan, îro Yekşemê dest bi xebitînê kir.

Ajansa AP ragihand ku rojnamevanên wê yên li her du dewletan dikanîbûn ku bi telefonê bi hevdu re bipeyîvin.

Karbidestên Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî jî ragihand ku Wezîrê Derve Şêx Abdullah bîn Zayed El Nahyan bi hevtayê xwe yê Îsraîlî Gabi Ashkenazi re bi telefonê axifî.

Wezîrê Ragihandinê yê Îsraîlî Yoaz Handel jî daxîyanîyek weşand û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî pîroz kir ku astengên pêş rêya xwe rakirine.

“Gelek derfetên akononîk dê vebin û ev pêngavên bawerîçêker di pêşvebirina berjwendîyên dualî de wê roleke pir girîng bilîzin,” Handel got.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Îsraîl û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî bi navbeynkarîya Amerîka peymanek îmza kiribû ku dest bi peywendîyên dîplomatîk bikin.


Source link

About Hooshyar

Check Also

Li Serêkaniyê çete bi hev ketin, gelek ji hev kuştin

Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a ANHA’yê, ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên ji nava bajarê …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *