New Zealand Tedbîrên Dijî Korona Jinûve Berfireh Dike


Hikûmeta New Zealandê piştî pêketinên nû yên vîrusa korona li Aucklandê, ku bajarê herî mezin yê wî welatî ye, derketina derve sînordar kir.

Li Aucklandê, ji malbatekê 4 kes bi vîrusa korona ketibûn û nehatibû tespît kirin ku wan ji kê vîrus hilgirtiye.

Serokwezîra New Zealandê Jacinda Ardern bang li gel kir ku wek ku ew û kesên li dora wan bi vîrusa korona ketine, tevbigerin.

Bi sînordarkirinan re, xênji kesên pêdîvîyên bingehîn bi cîh tinin, herkes dê ji malê bixebite.

Avahîyên hikûmetê, bar û restoran û dikan dê girtî bin.

Sînordarkirin dê ji nîvroya Çarşemê heta nîvê şevê yê Înê bidomin.

Karbidestên saxlemî yên New Zealandê herî dawî di 1’ê Gulanê de pêketina vîrusa korona ragihandibûn.

Hikûmeta New Zealandê bi tedbîrên tund û test û bernameyên şopandinê hejmara pêketinên nû yên vîrusa korona daxistibû sifirê û karên aborî bi temamî destpê kiribûn.

Xanim Ardern bang li hemwelatîyên xwe kir jiber pêketinên vîrusa korona yên dawî moralên xwe xirab nekin û da zanîn ku ewê wek cara berê vîrusê têk bibin.

Vîrusa korona ji Sibatê vir ve li New Zealandê 22 kes kuştine.


Source link

About Hooshyar

Check Also

Ayhan Saîd Behsa Desteserkirina Birayê Xwe Şivan Saîd Beroşkî Dike

Jimareke kesên bi maskê îri sibê avêtin ser mala bizavkar Şivan Saîd Beroşkî ya li …

وەڵامێک بنووسە

پۆستی ئەلکترۆنیکەت بڵاو ناکرێتەوە . خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *