Breaking News

Li 36 gundên Bilîsê derketina derve hat qedexekirin

PeyamaKurd– Parêzgeha bajarê Bilîsê (Bitlis) ragihand ku biryarê dane îşev siet ji 19.00 ê êvarê heya rojeka ne diyar bo 36 gund û mezrayên bajêr qedexeya derketina derve hatiya danîn. Biryar bi sedema ewlekariyê hatiye dayîn.

Parêzgeh di biryara xwe de ragihand ku agahî sitendine li wan gundan endamên PKK ê hene û bo xwe bicîh bikin ji xwe re wargehan avakirine. Çûn û derketina ji wan gund û mezrayan bi îzna hêzên asayîşê ve hatiye girêdan. Navên ku parêzgeh ragihandiye hemû navên gundan yên bi zimanê Tirkî ne û ew gund û mezra ev in:

Gunden bi navên Yukarıbalcılar, Aşağıbalcılar, Üçevler, Başmaklı, Ilıcak, Oğulcak, Çeltikli, Kalupat, Karakuş, Aşağıkoçak, Aşağıyolak, Yukarıyolak, Yanönü, Beşkaynak, Dursun, Dikme, Aşağıdikme, Yukarıdikme, Uçankuş, Bayırlı, Kutlu, Akgün, Kınalı, Çobansuyu, Aşağıçobansuyu, Aşağıölek, Yukarıölek, Akçalı, İçgeçit, Doğruyol, Dereağzı, Çadırlı, Yolcular, Aşağıyuvacık, Yuvacık, Kavakdibi û mezrayên wan gundan.


Source link

About Hooshyar

Check Also

Li Pasûrê şewata ku ji ber leşkeran dest pê kir, dewam dike

Li qada bejahî ya navçeya Pasûrê ya Amedê doh nîvro bi destê Polîsên Tevgera Taybet …

وەڵامێک بنووسە

پۆستی ئەلکترۆنیکەت بڵاو ناکرێتەوە . خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *