Di xwepêşanên li Belarusê de zêdetirî 2 hezar kes hatin binçavkirin

Wezareta Karên Hundir ê Belarusê derbarê xwepêşanên ku berdewam dikin de daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; li gelek bajarên Belarusê nexasim jî li bajarên bi navê Minsk, Brest, Mogilev û Novopolotskê di xwepêşanên ku tên lidarxistin de zêdetirî 2 hezar kesî hatin binçavkirin.

Di encama hilbijartinên ku li Belarusê hatin lidarxistin de li gorî encamên ne fermî Aleksandr Lukaşenkoyê Serokomarê mewcûd ji sedî 80 deng stand û dîsa bû serokomar. Lê belê hilbijêr destnîşan dikin di hilbijartinan de hîle hatine kirin. Ji ber îddîayên kirina hîleyê ev bû 2 roj bi deh hezaran xwepêşandêr li kolanan in û xwepêşanê tertîp dikin.(ÎLKHA)


Source link

About Hooshyar

Check Also

Macron û Putin li Hev Dikin ku Azerbaycan û Ermenistanê Vegerînin Ser Danûstandinên Berfireh

Serokomarê Fransa Emmanuel Macron û Serokê Rûsya Vladimir Putin bi rêka telefonê ser kêşeya Nagorno …

وەڵامێک بنووسە

پۆستی ئەلکترۆنیکەت بڵاو ناکرێتەوە . خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *