Berbijara Partîya Demokrat Joe Biden bo Cîgirîyê Kamala Harris Bijart


Berbijarê Partîya Demokrat Joe Biden dîyar kir ku wî Senatora California Kamala Harris bo cîgirîya serok kiriye berbijar.

Kamala Harris ya 55 salî di dîroka Amerîka de jina reş ya pêşî ye ku bo cîgiriya serok dibe berbijar.

Joe Biden berbijarîya Kamala Harris ji Twitterê ragihand. Biden da zanîn ku ew bi biryara ser Kamala Harris serbilind e.

‘’Kamala, dema serdozger bû bi Beau re (Kurê Biden yê dozger yê 5 salên berê jîyana xwe ji dest daye) bi hevkarî dixebitîn. Min bi xwe dît ku dijî bankayên mezin li ber xwe dan û ew kesên dixebitin pêşde birin, jin û zarok ji îstismarê parastin.’’ Biden nivîsî.

Wî bi berdewamî da zanîn ku ew serbilind e ku Kamala Harris di kempeyna wî de şîrikê wî ye.

Joe Biden, ku di dewra seroktîya Barak Obama de cîgirê wî bû, dîyar kiribû ku ewê bo berbijarîya cîgiriya serok navê jinekê ragihîne.

Tîma Biden bi jimareke berbijarên jin re hevdîtin kiribû û dosyayên lêkolînê yên ser wan dabûn Biden.

Xênji Kamala Harris, navên Susan Rice ya dema Obama şîretvana ewlekarîya neteweyî bû, Bajarvana Atlanta Keisha Lance Bottoms û Walîya Michiganê Gretchen Whitmer bo cîgiriya Biden derketibûn pêş.

Berbijarên Demokrat û Komarî heta niha ti car bo cîgiriya serok kesên reş nekiribûn berbijar ku bi Kamala Harris re di dîroka Amerîka de dê cara pêşî sîyasetvaneke reş û jin bibe berbijar.

Kamala Harris di sala 2016’an de ji Partîya Demokrat bû senatora California. Harris di 2020’an de bo hilbijartinên seroktîyê yên Amerîka bû pêşberbijara Partîya Demokrat. Wê di Berfanbara 2019’an de kempeyna xwe bi dawî kir û di Adara 2020’an de got ku ewê piştgirîyê bide Biden.

Di hilbijartinên meha Mijdarê de, li hember Joe Biden û Kamala Harris yên Demokrat dê Donald Trump û cîgirê wî Mike Pence yên Komarî hebin.


Source link

About Hooshyar

Check Also

“Divê ew zihniyeta ku li welat hemû kesî Tirk dihesibîne bê rakirin”

“Ew civakên ku bi sed salan bi hev re wek bira dijîyan ji nişka ve …

وەڵامێک بنووسە

پۆستی ئەلکترۆنیکەت بڵاو ناکرێتەوە . خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *