Breaking News

Serokkomarê Iraqê êrîşa Tirkiye şermezar kir


Berdevkê Fermî yê Serokkomariya Iraqê daxuyaniyek da û êrîşa Balafirên Bêmirov ên Biçek (SÎHA) ên dewleta Tirkiye ku îro li herêma Avaşîn a Herêma Bradost  a bajarokê Sîdekan ku Fermandarê Hêzên Ewlekariya Sînor a Iraqê Zubeyr Halî û Fermandar Tugaya 2’an Mihemed Reşîd hatin kuştin, şermezar kir.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin: “Ew êrîşa balafirên şer ên Tirk a li ser xaka Iraqê, ji bo hêzên Iraqê êrîşekî metirsîdar e. Daxwaz dikin ku hemû êrîşên ku rê li ber nearamî û nakokiyên di navbera herdu welatan de vedike bi dawî bikin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî rêyên diyalogê bên esasgirtin.”

 


Source link

About Hooshyar

Check Also

Li Pasûrê şewata ku ji ber leşkeran dest pê kir, dewam dike

Li qada bejahî ya navçeya Pasûrê ya Amedê doh nîvro bi destê Polîsên Tevgera Taybet …

وەڵامێک بنووسە

پۆستی ئەلکترۆنیکەت بڵاو ناکرێتەوە . خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *