Breaking News

Rewişa li Belarusê Fikaran Çêdike

Qesira Sipî bi daxuyanîyekê ragihand ku protestoyên li Belarusê fikaran çêdike.

Berdevika Qesira Sipî Kayleigh McEnany dîyar kir ku ew rewişa Belarusê dişopînin û jiber bûyerên li wir diqewimin ketine fikaran.

Kayleigh McEnany da zanîn ku di hilbijartinên Belarusê de jimareke rojnamevan û xwepêşandaneran hatine desteser kirin, li ser berbijarên rikeberîyê zext çêbûne û nehiştine ku çavdêrên serbixwe hilbijartinê bişopînin.

‘’Em bang li hikûmeta Belarusê dikin ku bo mafên mirovan yên kombûna aştîyane rêzê bigirin û dûrî karanîna hêzdarîyê bisekinin.’’ McEnany got.

Li gor Komîsyona Hilbijartinê ya Belarusê, serokomarê wî welatî Aleksander Lukashenko di hilbijartinê de 80 ji sedê dengan sitand û careke din hat hilbijartin.

Berbijara din, Svetlana Tikhanouskaya jî li gor encaman 9,9 ji sedê dengan sitand.

Tikhanouskaya dîyar kir ku di hilbijartinê de sextekarî çêbûye, ew encaman qebû nakin û protestoyên xwe dê bidomînin.

Hin çavdêrên serbixwe bi raporan dibêjin ku ji 1995’an vir ve li Belarusê hilbijartinên azad û adil çênebûne.

Bizavkarên mafên mirovan dîyar dikin ku li Belarusê berî hilbijartina dawî, pirtir ji 1300 kes hatine desteser kirin ku di nav wan de çavdêrên navneteweyî û xebatkarên kempeyna Tikhanouskaya jî hebûne.

Wezareta Derve ya Almanya jî bi daxuyanîyeke ragihand ku jimareke delîlan raber dikin ku di hilbijartinên Belarusê de sextekarî çêbûne.


Source link

About Hooshyar

Check Also

Xwendekarên Efrînî yên Derbider Rûbirûyê Dijwarîyên Mezin Dibin

Zarokên Efrînî ku li Şehba derbider in, pêvajoya xwendinê di nava şert û mercên dijwar …

وەڵامێک بنووسە

پۆستی ئەلکترۆنیکەت بڵاو ناکرێتەوە . خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *