Breaking News

Hikûmeta Lubnanê hat hilweşandin


PeyamaKurd – Piştî îstifaya hejmarek wezîrên hikûmeta Lubnanê, hat ragihandin ku îro 10ê Tebaxê hikûmeta Serokwezîr Hesen Diyab bi temamî îstifaya xwe daye û hatiye hilweşandin.

Li gorî nûçeya lezgîn a Reutersê, hemû wezîrên hikûmeta Serokwezîr Hesen Diyab karvekêşana xwe dane û hikûmet hatiye hilweşandin.

Wezîrê Tenduristiya Lubnanê Hemed Hesen da xuyakirin ku wê serokwezîr karvekêşana hemû endamên hikûmetê ragihîne.

Piştî teqîna Beyrûdê ku 158 kesan can da û 6 hezar kes jî birîndar bûn, li Lubnanê ji ber sersarî û xemsariya hikûmetê protesto dest pê kiribûn û hejmarek wezîrên hikûmetê jî îstifaya xwe dabûn.


Source link

About Hooshyar

Check Also

Li ser Şengalê dron digerin

Hate ragihandin ku li Şengalê di nava van du rojên dawî de tevgerekî pir zêde …

وەڵامێک بنووسە

پۆستی ئەلکترۆنیکەت بڵاو ناکرێتەوە . خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *