Breaking News

100 Salîya Peymana Sevrê Û Kurd

Peymana Sevrê (Sevres yan Sîver) yek ji peymanên herî navdar yên dîroka nû ya cîhanê ye ku piştî têkçûyina Împîratoriya Osmanî hat erêkirin ku welat û hevpeymanên serkeftî di şerî Cîhanî yê Yekê da erdê ku li jêr kontrola dewleta Osmanî bû bihê dabeş kirin û peyman dinavbera nûnerên Tirkiyê welatên hevpeyman yên serkeftî di şer da hat îmza kirin.

Nûnerên dewleta Osmanî û hevpeymana roja 10ê Tebaxa sala 1920 peymana Sevrê li avahiyekê nêzî Parîs pêkhat, û hin xalên di peymanê da girêdayî pirsa Kurdane û hatiye erê kirin ku herêmên Kurdan dikarin serxwe bibin ji dewleta Osmanî.

Lê peyman bi temamî pêk nehat piştî ku şorişa Tirkên nû hat destpêkirin û Mistefa Kemal Atatûrk li oktobera sala 1923ê desthilata piştî têkçûna dewleta Osmanlî girte dest.

Tirkiyeya nû, piştî hatina Kemal Atatûrk hin bendên peymana Sîverê red kirin, bi taybet bendên girêdayî Kurdan û xweseriya wan, weke rastvekirina peymana Sîverê, Tirkiyê û nûnerên wê ligel hevpeymanên serkeftî di şerê Cîhanî yê Yekê da peymana Lausanne (Luzanê) li gel Tirkiyê imze kir.

Hest û Helwest

Hest û Helwest

Doh Duşemê tam 100 sal bi ser peymana Sîverê ra derbaz bûn, li bîranîna 100 saliya peymanê hin çalakvan û siyasetvanên Kurd çalakiyek li Paris encam da, piştî ku Komîta bi naveê”Komîta Çalakiyên 100 Sala Sevrê” dan ava kirin.

Jibo danûstandina derbarê vê mijarê Îhsan Aydin, nûnerê Partiya Azadiya Kurdistan (PAK) li Fransa û Endamê Komîta Çalakiyên 100 Saliya Sevrê û Kakşar Oremar, Lêkolînvan û Rojnamevan ji Almanya beşdarî bernama Hest û Helwest bûn.

Îhsan Aydin, Berpirsê Partiya PAK li Fransa

Îhsan Aydin, Berpirsê Partiya PAK li Fransa

Pêşî Aydin behsa çalakiya roja Duşemê ya ku li Paris hat encam dan kir û got, komeke çalakvan û nûnerên sazî, pariyên siyasî û komeleyên Kurdan li Ewrupa beşdarî çalakiyê bûn, wan namek amade kirîye û ewê bigehînin serokatiya Fransa û daxwaza alîkariyê jibo Kurdan bikin ku 100 salin Kurd, daxwaza mafên xwe dikin wî got”me got divê ev 100 saliya Sevrê bi bêdengî derbaz nebe, me Însiyatîva çalakiyê girte dest” û dest bi vê çalkiyê kir, lê jiber belvbûna vîrusa korona me daxwaz ji Fransa kir ku destûrî bidin dê hejmarek kêm beşdarî çalakiyê bibin û li ber avahiyê Sevrê ku peyman li wêderê hatbû çêkirin, herin wê derê weke simbolîk çalakiyê pêk bînin û nameya ku me jibo Serokomarê Fransa amade kirîye bi Kurdî, Fransa û Erebî, em wê namê hem jibo êmza kirinê danin û hem jî bigehînin destê Serokomarê Fransa.”

Kakşar Oremar Rojnamevan û Lêkoler

Kakşar Oremar Rojnamevan û Lêkoler

Herwiha Oremar got”Divê Kurdan di vê rojê da dengê xwe gihand baye esmanan, jiber ku rojek giringe, çima? Jiber ku yekem car bû di peymana Sevrê da Kurd weke netewek layiq dihatin dîtin ku bibin xwedî dewletek serbixwe li gor bendên peymanê yên 62, 63 û 64 bicih bibin û li gor pirsa giring divê partiyên Kurdan û her kurdek ji xwe bipirse kanê piştî 100 salan ji peymana Sevrê Kurd li kî derê ne? “


Source link

About Hooshyar

Check Also

Kongreya 8’an a Kongreya Star bi girtina biryaran bi dawî bû

Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi diruşmeya “Bi têkoşîna Hevrîn û Zehrayan em …

وەڵامێک بنووسە

پۆستی ئەلکترۆنیکەت بڵاو ناکرێتەوە . خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *