Breaking News

RINDIK: Ji bo biserketinê xebat û wêrekî lazim e

Heger tu dixwzî bi bîna gulê sermest bibî, dibê tu tehamulî
histiriyên wê jî bikî.

Heger tu dixwazî keskesorê bibînî, dibê tu tehamulî baranê û
şilbûnê jî bikî.

Heger tu dixwazî herî dîharê herî bilind û ji wir li
hawirdor temaşe bikî, dibê tu tehamulî kaşê dîhêr jî bikî.

Heger tu dixwazî ji bindestiyê xelas bibî, azad û serbixwe
bijî, wek ferdên miletên din bibî xwedî dewlet û welatekî serbixwe, dibê tu
tehamulî ezîyet û cefayê jî bikî.

Ji bo biserketinê xebat û wêrekî lazim e. Bi tembeliyê, bi
newêrekiyê serketin ne mimkûn e.

Mêrê tirsonek bi sîngê gewr û boz şa nabe.


Dibê meriv ji tarîxa xwe ji kêmasiyên xwe, ji şaşiyên xwe
ders û tecrûbeyê bigre.

Dersgirtina ji şaşiyan jî serketineke, qenekê meriv careke
din wan şaşiyan dubare nake.

Lê siyasetmedar û serokên kurdan ne ji tarîxa xwe û ne jî ji
şaşiyên xwe dersê nagrin, viz dibin, viz dibin, tim eynî şaşiyan dikin û ji bo
wê jî tim li zirarê derdikevin.

Sed sal berê me çi şaşî kirin û bi ser neketin, nuha jî em
eynî şaşiyan dikin.

Sed sal berê me çi nekir û lema jî me zirar kir, nuha jî em
wan tiştan nakin û lema jî bi ser nakevin.

 


Source link

About Hooshyar

Check Also

Tevahîya Cîhanê li Benda Encama Hilbijartinên Amerîka Ye

Amerîka li benda hilbijartinên 3’yê Mijdarê ye ku serokê 46’an yê Amerîkayê hilbijêre. Em tenê …

وەڵامێک بنووسە

پۆستی ئەلکترۆنیکەت بڵاو ناکرێتەوە . خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *