Li Florida bi Kêmbûna Pêketinên Korona Hin Xwdendingeh Jinûve Vedibin


Li eyaleta Florida ya Amerîka, bi kêmbûna rêjeya peketinên rojane yên korona, hin xwendekar vedigerin zanîngehan.

Li Zanîngeha Stetson îro Yekşemê perwerde jinûve destpê kir û xwendekaran di dawîya heftê de li Kampusa DeLand û li zanîngeha Central Florida ya li Orlando derbazî ninîvgehên xwe bûn.

Li Orange County, şagirtên dibistanên dewletê bi du hefteyên fêrbûna onlayn dest bi perwerdeya sala nû kirin. Di dawîya mehê de şagirt wê bikaribin bibijêrin ku herin dibistanê yan ser onlaynê xwendina xwe bidomînin.

Hevdem, li Florida îro Yekşemê 4,155 bûyerên nû yên pêketina korona hatin tomar kirin ku ew jî rêjeya herî nizim ya tûşbûnên rojane yên ji Hezîranê vir ve ye.


Source link

About Hooshyar

Check Also

Hikûmeta Wales Karantîneke Du Hefteyî Radigihîne

Hikûmeta Walesê jiber zêdebûna pêketinên nû yên vîrusa korona biryar da ku seranserê welet di …

وەڵامێک بنووسە

پۆستی ئەلکترۆنیکەت بڵاو ناکرێتەوە . خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *