Breaking News

Hikûmeta Lubnanê Karvekişîna Xwe Ragihand


Serokwezîrê Lubnanê Hassan Diab îro Duşemê karvekişîna hikûmeta xwe dîyar kir. Wî got ku peqîna mezin ku paytext Beyrut hilweşand û nerazîbûnên gel, encama bertil girtin, pere xwarin û gendelîya navxweyî ye.

Serokwezîr Diab piştî civîna bi kabîneyê xwe ya ev biryar ragihand ku li gor gelek çavkanîyên wezaret û sîyasî, piranzîya wezîran karvekişandinên xwe dixwestin.

Hassan Diab hikûmeta xwe di meha Berfanbarê de bi alîkarîya rexistina hêzdar ya Hîzbullah ku Îran piştvanîyê dike û hevalbendên wê ve damezrandibû.

Diab Di axaftina televîzyonê de got ku ew piştvanîyê dide bangên hemwelatîyên normal yên Lubnanê ku dixwazin ji kesên tawanbar ya bo vê sucê hesab were pirsîn.

Diab roja Şemîyê gotibû ku ewê hilbijartinên pêşwext yên parlementoyê daxwaz bike.

Di 4’ê Tebaxê de li depoyek bendera Beyrutê bi peqîna zêdetirî 2000 ton amonyum nîtrat peqînêk gelek mezin û hêzdar pêkhatibû.

Di encama peqînê de herî kêmî 163 kes jîyanên xwe ji dest dane û bi kêmî ve 6000 kesên din jî birîndar bûne û herwiha piranîya paytext Beyrutê hilweşand, ku krîza sîyasî û aborî ya ku bi mehane didome, kûrtir kir.

Serokê Lubnanê di destpêkê de gotibû ku berhemê peqemenî bi salane li benderê bi rengekî ne ewlehî hatîye hilanîn. Lê, wî paşê ragihand ku lêpirsîn dê ser îhtîmala sedemin din yên wek mudaxeleya derveyî, piştguhkirin an qezayek jî bisekine.

Artêşa Lubnanê îro Duşemê dîyar kir ku 5 termên din ji nava kavilan hatine derxistin û xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin.

Jibo gelek Lubnanî, peqîn qonaxa herî dawîn ya qeyrana dirêjkirî ya di derbarê hilweşandina aborî, gendelî, xirabûn û rêvebirîya kêrnehatî bû. Jiber vê yekê hemwelatîyên Lubnanê daketine kolanan û daxwaza guhertina giştî û radîkal dikin.

Xwepêşandanên hemberî hikûmêtê yên di du rojên borî de, ji meha Cotmehê vir ve, xwepêşandana herî mezin e.

Çalakvanên bi hêrs di van protestoyan de, jiber krîzek aborî ya bingeh bertilgirîya gelemperî, revebirîya xirab û hesabnepirsandina berbiçav e de, rexne û nerazîbûnên xwe nîşan didin.


Source link

About Hooshyar

Check Also

Îro jimara kesên wefat kirine 75 in û 1.958 test posîtîv derketin

PeyamaKurd – Wezareta tenduristiyê ya Tirkiyê rewşa Kovid-19 ê li Tirkiyê û Kurdistana Bakûr ragihand …

وەڵامێک بنووسە

پۆستی ئەلکترۆنیکەت بڵاو ناکرێتەوە . خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *