Hevsozî Peyama Bîrewerîya 6 Salîya Şengalê bû


Endamê Congresa Amerîkî Jeff Fortenberry got, peyamê min li bîreweriya şeş saliya komkujiya Êzdiyan li Şengalê li 3 tebaxa 2014ê yek hevok bû, hevsozî.

Wî got jî, êş, derdeserî, trawmaya ku rastî civaka Êdizyan bû ji ber îdeolojiya çewt ya DAIŞê û jenosîda bi serê wan hatî, û bi serê Xiristiyan û hin civakên Misilman, bêhempa bûn. Lê dîsa jî her qewimîn. Îca ev şeş sal derbaz bu, û civaka Êzîdîyan dixwaze berdewam be û bi rêkek rast û dirûst hewl dide hişmendiya Nîvneteweyî haydar bike ka çi bi serê wan hat, û ew çawa berdewamiya hewildana ji nû ve avakirinê didin. Peyama min a din ji wan re ewe ku ez şanziyê bi wan dikim tevî kû zor û karên ne mirovanî li dijî wan qewmîn, ew serbilind in.

Sebaret alîkariya Amerîka birêz Fortenberry got, welatên Yekgirtî yên Amerîka ji deverê re, bi taybetî jî li Bakurê Îraqê re, ji bo alîkariya aborî gelek merde bi rêberatiya cîgirê serokî, Pence. Ew bi dil û can kar dike jibo parastina azadî ya olî ya kêmaniyan li Rojhilata Navîn û li her deverek din. Li ser daxwaza wî berî 2 salan ez çûm wir ji bo ku ez bi rastî nirxandina alikariyên me bikim. Ji min re eşkere bû ku arîkarî ji bo vegera gelên eslî yên wê herêmê mumkîne heta kû li erdê xwe xweyî derkevin û malên xwe avabikin. Lê ew girêdayî ewlehiyê bû û di wê demê de 400,000 Êzidî di kampên penaberyê de asê mabûn, gelek ji wan ji welêt revya bûn. Civata Xiristiyanan bêsemyan bibû. Şerê Mûsilê bi dawî bibû. Zehmetî li pêş vegeriyana wan zor bû, eger çî hinek ji wan vegeriyan û ji nû ve malên xwe avakirin. Mebesta me ew bû pitir fişarê danin ser Hikûmeta Îraqê û civaka Navneteweyî ku bi hev re kêmaniyên olî bi parêzin û wan di nav saziyên ewlehiya neteweyî ya Îraqê de bicîh bikin.

Jibo ewlehiya pêtivî ji vegerana bi yekcarî ya Şengaliyan endamê Kongirêsa Amerîkî gote Dengê Amerîka, “babetên wisa li cem hikûmetê alozin, ku tevlihevî û piralî ne û her weha girêdayî welatên dî ye. Divê em bîhnfireh bin, di heman demê de rijd bin, lê ne sebira bê dawî, çunke dem zû derbaz dibe. Beriya mehekê min ev pirsa bi Wezareta Derve re nîqaşkir. Wan bi hikûmeta Îraqê re mijara parastina kêmaniyên olî û cihgirtina wan di saziyên ewlehiyê de nîqaş kir. Lê wê baştir be pitir deng ji vê mijarê re hebin. Bila em rastgobin. Amerîka gelek qurbanî di şerê tîrorê de li Îraqê dan, êşên wê mezin bûn. Bi zehmete Amerîkî hizra karên pêtir bikin. Lê ev cîhek e ku neheqiya mezin a Cenosaydê têde bû. Bihayên sereke yên Rêberatiya Amerîkî gûherînek mezin di afirîne. Lewra di vir de eleqedare, lê divê tevgera em di vê rêkê de, bê rawestan be.”

Jimêje ye Birêz Fortenberry bîrokeya beşdariya xort ya kêmaniyên olî di hêzên parastina Îraqê de han dide, lê .ima hata niha ew pêşniyaz cêbicê na be, wî got “ez bawer dikim ev pirsek serek ye. Mixabin, tirsa ji Coronavirus peywendiyên Nîvneteweyî aloztir kirine. Di qanûna dawî ya budceyê de, me bendek dariştiye kû her alî bi Îraqê û civaka navneteweyî re têkildar be ji do erkê fêrkirin û rahênanê kû rê xweş dike endamên kêmaniyên olî di hêzên ewlehiya Îraqê de cih bigrin. Lê dîsan ew li ser Îraqiyan dimîne.”

Jibo hevkariya Kongirêsa Amerîkî û rayedarên Îraqê û herêma Kurdistanê, birêz Fortenberry got, “Du mijar hrene, yek ew e ku em dan û tandinan bi bilindtirîn astê rayedarên Îraqê re dikin da ku careke din dadmendiya sîstematîkî ji bo kêmaniyên olî li bakurê welêt peyda bikin.
Bi heman şêwe Wezareta Derve, alîkariyên me pesend kirîn pêşkêş dikin wek hewldanek jibo bi destxistina wekheviyê û afirîndina şert û mercên an jiyanek baş. Eşkere ye ku li her derê neheqiyek mezin heye. Ez raporên cûreyên din jî dibihîsim ku hinek kes nikarin vegerin jiber erdê wan hatiye firotin û xelk bi zorê jê hatine derxistin. Ev hemû astên pirsgirêkan ne.

Wî got jî, Ez naxwazim bibînim civaka Êzdiyan ji Îraqê derkeve. Ez dixwazim bibînim ku ew di cih û warê xweda bi hêzin. Ew welatê wan e jî. Bi heman şêwe yê Xiristiyana û hinek kêmaniyên Musilan. Ev pirsek aloz e, endamek Kongirêsê bi tenê nikare çare bike. Ji ber vêna, ez ji hevalên xwe yên Êzdî û saziyên wan li Amerîka û cîhanê pal didim bê rawestan dengê xwe bilind bikin.


Source link

About Hooshyar

Check Also

دادگایەکی تورکیا بڕیاری زیندانیکردنی کارمەندێکی کونسوڵخانەی ئەمەریکا دەدات

دادگایەک لە ئستەنبوڵ سزای زیندانیکردنی بۆ سەر کارمەندێکی کونسولخانەی ئەمەریکا سەپاند بە تۆمەتی یارمەتیدانی تۆڕێک …

وەڵامێک بنووسە

پۆستی ئەلکترۆنیکەت بڵاو ناکرێتەوە . خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *