Vîetnam 31 Pêketinên Nû yên COVID-19 Radigihîne

Vietmamê îro Yekşemê 31 pêketinên nû yên COVID-19 û mirineke nû ji wê nexweşîyê ragihandin.

Wezareta Saxlemîyê ragihand ku hejmara giştî ya pêketinên COVID-19 giheştiye 841 û heta niha 11 kesên din jî mirine.

“Hemî pêketinên nû bi bajarê Danang re girêdayî ne ku liu wê derê meha borî belavbûna vîrusa koerona fireh bûbû,” wezaretê got.

Li Danangê heta niha 355 bûyerên tûşbûnê çêbûne û 11 kes jî jîyanên xwe hinda kirine.

Piştî ku vîrusa korona li wî bajarî bêlav bûye, li herî kêm 15 cîhên din jî ew vîrus katiye dîtin.


Source link

About Hooshyar

Check Also

Li cîhanê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket li ser milyonek û 171 hezarî

 Mirinên ku ji ber Coronavîrusa ku li Wuhana Çînê derket holê û di demeke kurt …

وەڵامێک بنووسە

پۆستی ئەلکترۆنیکەت بڵاو ناکرێتەوە . خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *