Ji bo rizgarkirina Çavkaniyên Mûnzûrê kampanya îmzeyan dest pê kir


Kampanya îmzeyan bi navê “Talankirin û wêrankirina Çavkaniyên Mûnzûrê ya di bin navê sererastkirinê de tê kirin bila bê rawestandin” li malpera change.org’ê hate destpêkirin.

Kampanya bi pêşengiya Meclîsa ‘Bila Mûnzûr bi rengekî azad biherike’ pêk tê.

Di metna kampanyayê de wiha hate gotin, “Çavkaniyên Mûnzûrê ji bo baweriya me ya Elewî-Kizilbaş cihekî pîroz e. Projeya Sererastkirinê ku hewl didin li Çavkaniyên Mûnzûrê bi cih bînin, destwerdana li bawerî, çand û hişmê me ye.” Di metna kampanyayê de hate xwestin ku her kes li ber xerakirin û talankirina çavkaniyên Mûnzûrê rabin.

Di çarçoveya kampanyayê de di nava 24 saetan de zêdeyî 5 hezar îmze hatin komkirin.

 


Source link

About Hooshyar

Check Also

Dengbêjekî bêxweyî – Keremê Kor

Occo Mahabad   Dengbêjî ne bi tenê deng e yan jî vegotina deng in. Dengbêjî …

وەڵامێک بنووسە

پۆستی ئەلکترۆنیکەت بڵاو ناکرێتەوە . خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *