Vîrusa Korona Pirtir ji 18,000 Kes Kuştine


Berdevika Wezareta Saxlemî ya Îranê Sîma Sadat Larî dîyar kir ku vîrusa korona di 24 saetên dawî de 156 hemwelatîyên wan kuştine.

Larî da zanîn ku di 24 saetan de 2450 pêketinên nû yên vîrusa korona hatine tespît kirin û ji wan nexweşan 1145 kes ketine nexweşxaneyan.

Wê got ku bi vî awayî li Îranê heta niha pirtir ji 322 kes bi vîrusa korona ketine 18,132 kes bi wê mirine.

Berdevika Wezareta Saxlemî dîyar kir ku ji nexweşan rewişa 4,136 kesan giran e.

Xanima Larî da zanîn ku heta niha 279,724 nexweş baş bûne.

Li gor agahîyên Wezareta Saxlemî ya Îranê, li seranserê Îranê pirtir ji 2,6 mîlyon testên vîrusa korona hatine kirin.


Source link

About Hooshyar

Check Also

Li Şîlîyê xwepêşan berdewam dikin

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin xwepêşandêrên ku daketin kolanan li Sabtîagoya paytexta Şîlîyê di …

وەڵامێک بنووسە

پۆستی ئەلکترۆنیکەت بڵاو ناکرێتەوە . خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *