Breaking News

TEV ÇAND’ê Aram Tîgran bi bîr anî


TEV ÇAND Ewropayê hunermendê Ermen Aram Tîgran di salvegera dehan a mirina wî de bi bîr anî.

TEV ÇAND’ê bi bîr xist ku Aram Tîgran di 53 salan a jiyana xwe ya muzîkê de 500 stran daniya û strandiye, dê û bav û hemû xizmên wî di Qirkirina Ermenan de ya sala 1915’an hatine qetilkirin û malbata wî bêgav maye ku biçe Qamişlo, Tîgran jî 1934’an li Qamişlo hatiye dinê. Tîgran ê ku ji hêla malbateke Kurd ve hatî xwedîkirin dest bi stranên Kurdî kiriye.

TEV ÇAND’ê bi bîr xist ku Tîgran di 9 saliya xwe de bi muzîkê re eleqedar bûye û di 19 saliya xwe de dest bi muzîka profesyonel kiriye û 1966’an li nav Kurdan bûye stranbêjekî navdar, li Radyoya Êrîvanê strandiya û piştre li nav Kurdan bûye yek ji wan hunermendên ku pir jê tê hezkirin. Aram li gel ku Ermen jî bû gotiye, ”Ermenî me lê êşa Kurdan û Ermenan di dilê xwe de hîs dikim û ez ji Mezopotamyayê me.”

Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin, ”Ti caran dev jê neqeriyaye ku hunera gel bike.”


Source link

About Hooshyar

Check Also

Li Pasûrê şewata ku ji ber leşkeran dest pê kir, dewam dike

Li qada bejahî ya navçeya Pasûrê ya Amedê doh nîvro bi destê Polîsên Tevgera Taybet …

وەڵامێک بنووسە

پۆستی ئەلکترۆنیکەت بڵاو ناکرێتەوە . خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *