Hevjîna Balyozê Holanda di Peqîna Beyrutê de Jiyana Xwe ji Dest Dide


Hevjîna Balyozê Holanda li Beyrut Hedwig Waltmans-Molier piştî ku di peqîna mezin ya Beyrutê da roja Sêşema borî birîndar bibû jiyana xwe ji dest da.

Ev yek îro Şemiyê ji aliyê Wezareta Derve ya Holanda hatiye ragihandin.
Wezareta Derve ya Holanda di daxuyaniya derbarê bûyerê da weşanda û dibêje”bi xem û kovenk mezin em mirina hevkara me Hedwig Waltmans-Molier radigihînîn, li dawiyê mir piştî ku di peqîna mezin ya Beyrutê da birîndar bibû.”

Weke daxuyanî dibêje, Waltmans ji encam perçeyên peqînê birîndar bibû, ku ew demek kurt bû, ji seferê tevî hevjînê xwe Jan Waltmans vegeriya bûn Libnanê, ew hevjînê xwe ev 38 salin bi hev ra dijîn.

Daxuyanî dîsan dide zanîn ku Hedwig Waltmans li jora rûniştinê li cem hevjînê xwe ya li ser lingan bû dema qederê ew hingaft ji encama peqînê”.
Hedwig Waltmans ya 55 salî welatiya Holandî ya yekane ye, ku di peqîna Beyrutê da hatî kuştin, peqîna Beyrutê ya mezin ku herî kêm 154 kes hatine kuştin û wêrankariyek mezin li Beyruta paytext li pişt xwe hiştîye.

Wezaret diyar dike ku 5 welatiyên din yên Holandî di heman peqînê da sivîk birîndar bûne.


Source link

About Hooshyar

Check Also

Ji Înisiyatîfa Zarokên Agir rêzeçalakî

Însiyatîfa Zarokên Agir bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku li Îzmîr, Entalya, Stenbol, Aydin, Balikesîr …

وەڵامێک بنووسە

پۆستی ئەلکترۆنیکەت بڵاو ناکرێتەوە . خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *