Breaking News

RINDIK: Îro me berê xwe da daristanê û me ev cewahir top kir

Min û xanimê îro berê xwe da daristanê û me herî kêm li dora
deh kilo tirîreşk top kir.


Cîranekî me yê ji Montenegroyê heye, têkiliya me gelkî baş e. Camêr û xanima
xwe îro em bi xwe ra birin daristanê û di nav du saetan da me li dora 9-10 kîlo tirîreşk, bi swêdî
dibêjin ”blåbär”, top kir. 


Herdu satilên sipî min û xanimê top kir û hersê torbe jî wan ji me ra top kir.
Ew tim diherin, lema jî ew bûne hoste. Aletê me yê topkirinê jî yek bû, yê wan
dudu bûn. 

Alet jî wan da me. Ez çûm kîjan merketê gotin îsal ber(tûreşk)pir e,
lema satil û bêjing li hewa diqedin, çer tên xelk ji dest hev direvîne. Lema jî
em bêsîleh bûn, wan yek da me.


Li daristanên Swêd ber(gelek cûreyên tûreşkan) û kakivîlk pir in û di nava
swêdiyan da topkirina wan pir populer e.  


Ev 40 sal in ez li Swêd im, ev cara pêşîye em ji daristanê vî zêrê reş top
dikin.


Source link

About Hooshyar

Check Also

Pêncewînî: Eger şer biqewime, wê ev tenê ne şerê PKK û PDK’ê be!

Mihemed Emîn Pêncewînî bi daxuyaniyekê ragihand ku ew çend rojin ku zengila xeterê şerê Kurd …

وەڵامێک بنووسە

پۆستی ئەلکترۆنیکەت بڵاو ناکرێتەوە . خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *