Polisên Tirk li Edene 13 ciwan destgîr kirin

Bi çarçoweya operasyona qirkirina siyasî polîsên Tirk bi hevdemî bi ser gelek mala de girt, deriyên hin malan şikandin û firaxên malan serûbin kirin.

Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê û MP’yê Ferhat Kalkan û endamên Meclîsa Ciwanan ên Edene jî di nav de 13 ciwan ên ku bi îdîaya ‘endamên rêxistinê’ de hatin destgîrkirin, piştî ku kontrola wan a tendiristiyê hate kirin birin Midûrtiya Bajêr a Edene.

Ferhat Kalkan dema ku hatî destgîrkirin polîsên Tirk derb lê dan.

Kesên ku hatine destgîrkirin û navên wan diyar in: Ferhat Kalkan, Halît Şaşmaz, Mûhîttîn Kaya.

Kalkan li maleke dî hate destgîrkirin ji ber vê ji endamên malbatê re hate gotin, divê yekî ji malbatê bibin emniyetê û Mûhîttîn Kaya jî birin Midûrtiye Emniyetê ya Edene.


Source link

About Hooshyar

Check Also

Tevahîya Cîhanê li Benda Encama Hilbijartinên Amerîka Ye

Amerîka li benda hilbijartinên 3’yê Mijdarê ye ku serokê 46’an yê Amerîkayê hilbijêre. Em tenê …

وەڵامێک بنووسە

پۆستی ئەلکترۆنیکەت بڵاو ناکرێتەوە . خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *