Breaking News

Li Atlantîkê wê îsal bahoz û bager zêde bibin


Li gorî daxuyaniya Daîreya Atmosfer û Okyanûsan a Neteweyî ya Emerîkayê (NOAA) hejmara bahoz u bagerên îsal û dema wan wê zêdetir be.

NOAA’yê diyar kir, ku li gorî rewşa dawî ya li okyanûsê û atmosferê, wê îsal li Okyanusa Atlantîkê ji 7 heta 11 bager rû bidin. Herî kêm 3 heta 6 ji van jî wê lez û bandora wan saetê 178 kîlometre be. NOAA ji sala 1998’an dema ava bûye û vir ve texmînên herî dijwar ji bo îsal kir. Normal salane derdora 6 bager rû didin ku 3 ji wan tund in.

Li gorî daxuyaniyê, di demsala bageran de ya navbera 1’ê Hezîranê û 30’ê Mijdarê bi giştî herî kêm 13 û herî zêde 19 bager dibe ku rû bidin.

Di demsala bager û bahozan de ya li Atlantîkê heta niha 9 bahoz û 2 bager rû dan. Yek ji wan bahoza tropîkal a bi navê ‘Îsaîas’ bû ku di encamê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi sed hezaran mirov bêelektrîk man.

 


Source link

About Hooshyar

Check Also

Fransa ji Yekîtiya Ewropayê dixwaze ku pêkanînan li Tirkiyeyê ferz bike

Wezîrê Karên Ewropayê yê Fransayê Clement Beaune li Senatoyê axivî û got, “Amûrên pêkanîna gengaz …

وەڵامێک بنووسە

پۆستی ئەلکترۆنیکەت بڵاو ناکرێتەوە . خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *