Breaking News

YPS/YPS-JIN: Meha Tîrmehê 10 JOH/POH hatin kuştin, 51 birîndar bûn


Tîmên Bersivdanê yên YPS/YPS-JIN bi daxuyaniyekê encamên çalakiyên xwe yên meha Tîrmehê eşkere kir.

Li gorî daxuyaniyê, di nava meha Tîrmehê de 10 endamên Tevgera Taybet a Jendermeyan (JOH) û Tevgera Taybet a Polîsan (POH) hatin kuştin û 51 birîndar bûn ku rewşa 18 ji wan giran e.

Di daxuyaniyê de têkildarî qad û amûrên hêzên dagirker ên li Tirkiye û Kurdistanê hatine îmhakirin jî ev agahî hatin dayin:

“Jemirek ku sînyalan têk dibe, wesayiteke îstîxbaratê, jeneratorek, 4 febrîqe, 5 wesayit, hangareke leşkerî, qadeke tûrîstîk, 3 avahiyên havînî, 3 wesayitên zirxî yên bi tîpa akrep, 2 navendên belavkirina elektrîkê û otobusek.”

Di daxuyaniyê de kesên ku hevkarî û sîxuriyê ji dewleta Tirk re dikin hate hişyarkirin û hate gotin, “Heta ku ajan-noker û xayin li Kurdistanê biqedin em ê ranewestin.”

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Berxwedana xwerêveberiyê ya dîrokî bi lehengiyên bi heybet tijî ne ku roja me ronî dikin. Di şexsê şehîd Çiyager, Çeko û Rûkenan, rêbaza fedayîtî û afirîneriyê afirî û xeta şerê bajaran hate destnîşankirin.

YPS/YPS-JIN bûn nûnerê vê xetê. Li Nisêbîn, Sûr, Şirnexê artêşa Tirk a dagirker xiste sendromê. Ruhê fedayî ku têkçûneke mezin bi dewleta Tirk da kirin, îro jî li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê li her deverê li ber faşîzmê radibe.

Dewleta Tirk her roj bombeyan li gund û çiyayên Kurdistanê dibarîne û sivîlan dikuje. Bi rêbazên li derveyî mirovahiyê bi rêk û pêk êrişê dibe ser nirx, hebûn, rûmet û namûsa gelê Kurd. Çeteyên AKP-MHP’ê ku di faşîzmê de gihîştine asta herî bilind, bi hovîtiyeke ku li dinyayê nehatiye dîtin goristanan xera dikin, dişewitînin. Em vê rejîma ku dijminê Kurdan e baş nas dikin. Me kuştina pitikên 2 mehî, şewitandina mirovan bi saxî li jêrzemînan ji bîr nekir. Em hêrsa Kurdan e û bi soza tolhildana mezin em ê hesabê kiryarên dewleta Tirk a dagirker jê bipirsin.”

Di daxuyaniyê de işaret bi girîngiya xweparastinê hate kirin û bang li her kesî hate kirin ku bi rê û rêbazên xweparastinê debê li mêtingeriyê, nokeran bixin û pêngava tolhildanê mezin bikin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Mîna di berxwedana Xwerêveberiyê de YPS/YPS-JIN wê li bajaran jî tirsa dilê dewleta Tirk a dagirker be. Çi dibe bila bibe, encam wê bêhempa be.”


Source link

About Hooshyar

Check Also

Rîo de Janeîro teslîmî çeteyan hate kirin (Anfkurdi)

Li Rîo de Janeîro ya Brezilyayê serweriya komên krîmînal berfireh dibe. Bi Bolsonara re çete …

وەڵامێک بنووسە

پۆستی ئەلکترۆنیکەت بڵاو ناکرێتەوە . خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *