Wezareta Saxlemî ya Tirkîyê Îdiayên Ser Tijebûna Nexweşxaneyan Red Dike


Wezîrê Saxlemî yê Tirkîyê Fahettîn Koca îdiayên ser tijebûna nexweşxaneyan red kir.

Fahrettîn Koca ji Twitterê dîyar kir ku ew îdia ‘’bê bingeh’’ in.

‘’Ti bajarê me yê ku nexweşxaneyê wî jiber COVID-19 tije bûye tune, heta ti nexweşxaneya me ya kapasîteya wê bi temamî tije bûye jî tune.’’ Fahrettîn Koca got.

Wî bang li gel kir ku wek ku nexweşxane tije ne tedbîrên xwe bistînin û bi wî awayî rê li ber belavbûna vîrusa korona bigirin.

Li gor agahîyên dawî yên Wezareta Saxlemî ya Tirkîyê, li wî welatî heta niha pirtir ji 236,000 kes bi vîrusa korona ketine û 5784 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

Di demên dawî de hin sazî û parlamanter bi guman li agahîyên fermî yên ser pêketinên vîrusa korona dinêrin.

Parlamantera Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Semra Guzel, bo Wezareta Saxlemî bersîvê bide ser pêketinên û mirinên ji vîrusa korona yên li dora Amedê pirsnameyek hazir kir.

Di pirsnameyê tê gotin ku bi tenê li Amedê rojane 300 û li Ruha ya cîran jî bi qasî 350 kes bi vîrusa korona dikevin û ew bawerîya bo hejmarên wezaret dide kêm dike.

Semra Guzel bang li karbidestên Wezareta Saxlemî ya Tirkîyê kir ku agahîyan zelaltir bidin.

Wê da zanîn ku di demên dawî de hejmara testên kêm bûye û ji alîyê din de jî hejmara pêketinên vîrusa korona li bajarên wek Amed, Mêrdîn, Riha û Şirnexê zêdetir dibe.


Source link

About Hooshyar

Check Also

TJA û ÎHD’ê dijî qirkirina siyasî helwest nîşan dan

Tevgera Jinên Azad (TJA) berdevka demê Ayşe Gokkan jî di nav de destgîrkirina 15 kesan …

وەڵامێک بنووسە

پۆستی ئەلکترۆنیکەت بڵاو ناکرێتەوە . خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *