Breaking News

Trûmp têkilî ‘jiyana sirûştî’ yasaya girîng qebûl kir


Serokdewletê DYE’yê Donald Trûmp yasaya têkiî fonan ên ji bo parastina jiyana sirûştî, ku beriya niha dixwest ku kêm bike, pejirand. Yasaya ku Trûmp pejirandî ji bo parastina parkên netewî yên li welêt, qadên sirûştî û seyranê derdora 3 milyar dolarî fonê vediqetîne.

Yasaya bi navê, ”Great Amerikan Outdoors Act” pêşbîniya wê dike ku salê 900 milyon dolarî ji bo LWCF’yê veqetîne, ku weke fona parastina bejahî û avê tê zanîn. Yasa hewce dike ji bo başkirina parkên netewî, daristan û qadên jiyana berî û daristanan salê 1,9 milyar dolar were veqetandin.

Trûmp ji bo yasayê her çendî weke ”dîrokî” bibêje jî muxalîf dibêjin tevahiya pereyên ku hatine terxandin, ku derdora 3 milyar dolarî dike, wê têrê neke.

Li ser medyayê di hin şîroveyan de Trûmp ji bo ku desteka xwe ya li eyaletên Colorado û Montana ji dest nede,  ku ev der wê ji yasayê karîger bibin, ji bo hilbijartina seroktiyê ya Mijdarê gaveke taktîk avêtiye.

 


Source link

About Hooshyar

Check Also

Fransa ji Yekîtiya Ewropayê dixwaze ku pêkanînan li Tirkiyeyê ferz bike

Wezîrê Karên Ewropayê yê Fransayê Clement Beaune li Senatoyê axivî û got, “Amûrên pêkanîna gengaz …

وەڵامێک بنووسە

پۆستی ئەلکترۆنیکەت بڵاو ناکرێتەوە . خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *