Şehîd Ehmet Hebşan hate veşartin


Di çarçoveya tedbîrên xweparastina ji vîrûsa Koronayê, di merasîmê de tenê malbata şehîd, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan û hejmarek ji hevrêyên şehîd amade bûn.

Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Dêra Zorê Beşîr Xalid axivî û sersaxî ji malbata şehîd û hevrêyên wî re xwest. Xalid destnîşan kir ku bi hezaran ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di oxira parastina gel û rizgarkirina xaka xwe de canê xwe feda kirin.

Xalid got: “Em soz didin şehîdan ku rêça wan heta pêkanîna tevahî hedefên ku ji bo şehîd bûbûn, bişopînin.”

Nasnameya şehadetê hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Di dawiya merasîmê de hevrêyên şehîd cenaze tevî tilîliyên dayikan û silavkirina şehîdan spartin axê.

 


Source link

About Hooshyar

Check Also

Cegerxwîn Şoreşa Helbesta Kurdî.. bi Boneya Salvrgera 36emîn ser koça dawî .. – Ragihandina Encûmena Niştîmanî kurdî li Sûriyê

Li gundê Hesarê girêdayî Şarê Mêrdînê li sala 1903an jidayikbûna “Şêxmûs Hesen Hesarî” …

وەڵامێک بنووسە

پۆستی ئەلکترۆنیکەت بڵاو ناکرێتەوە . خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *