Li Girtîgeha Tusconê, li Arizona 517 Girtî bi Korona Ketin

Karbidestên Sazîya Bicîhanîna Cezayan, Rehabîlîtasyon û Vegarandinê ya Arizona îro Çarşemê ragihand ku pişti testkirina 39 hezar girtîyên li girtîgeha bajarê Tusconê, testên vîrusa korona yên 517 girtîyan erênî derketine.

Karbidestan ragihand ku nêzî nîvê girtîyên ku li beşa Whetstone ya girtîgehê dimînin bi vîrusa korona ketine.

Berî ku karbidestên Sazîya Bicîhanîna Cezayan bûyerên li beşa Whetstone tespît kirin, sazîyê ragihandibû ku ji destpêka pandemîyê vir ve, 890 girtî bi nexweşîya COVID – 19 ketine û 21 girtî jî bi heman nexweşîyê mirine.

Herwiha, karbidest dibêjin ku testên vîrusê yên 564 karmendên Sazîya Bicîhanîna Cezayan jî erenî derketine.


Source link

About Hooshyar

Check Also

SBS Language | Wezaretî Tendirustî H. Kurdistan rênimayî tundtir radegeyênêt sebaret be vîrusî-korona

Le raportî em hefteye le Hewlêre we, wezaretî tendirustî Herêmî Kurdistan rênimayî tûnd tir tadegeyênin …

وەڵامێک بنووسە

پۆستی ئەلکترۆنیکەت بڵاو ناکرێتەوە . خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *