Breaking News

16 biryarên nû yên bo koronayê hatin eşkere kirin

PeyamaKurd – Lijneya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê ya Herêma Kurdistanê piştî civîna doh 3yê Tebaxê, biryarên nû yên bo pêşîgirtina belavbûna koronayê eşkere kirin.

Li gorî biryaran welatiyên Herêma Kurdistanê dikarin îşev heta demjimêr 24:00an vegerin bajarên xwe, piştî vê dema diyarkirî, rêyên navbera bajaran dê werin girtin û çûnûhatina navbera parêzgehan dê bi destûra Wezareta Navxwe û jûrên operasyonê were kirin.

Berpirsê Bazgehên Hewlêrê Muqedem Selam ragihand; îşev di demjimêr 24:00an de hemû bazgehên Hewlêrê li hemû rêyan werin girtin û ti welatiyekî dê nikaribe ji parêzgehên din ên Herêma Kurdistanê û Iraqê were Hewlêrê, tenê bi destûra Wezareta Navxwe û jûra operasyonan dikarin werin.

Berpirsê Bazgehên Hewlêrê got, îşev piştî demjimêr 24:00an, ji ber ku hemû rê wê girtî bin, bila ti welatiyek dernekeve rê.

Biryarên Wezareta Navxwe yên piştî civîna Lijneya Bilind a Koronayê wiha ne:

1 – Li hemû cihên giştî, divê welatî mask bi kar bînin.


2 – Hemû navendên bijîşkî heta 14 rojan têne girtin.


3 – Cihên giştî, park, kafeterya û çayxane têne girtin.


4 – Holên werzişê, hewûz û klûpên şevan girtî dimînin.


5 – Hemû merasîmên olî û civakî qedexe ne.


6 – Xwaringeh divê xwarinan tenê bigihînin malan.


7 – Hatûçûna di navbera parêzgeh û bajaran de têne rawestandin.


8 – Hatûçûna di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de heta hefteyekê tê sekinandin.


9 – Hatûçûna dîplomatkarên biyanî û hêzên hevpeymaniyê berdewam e.


10 – Hatûçûna ajans û rêxistinên Neteweyên Yekbûyî berdewam e.


11 – Şofêrên wesayîtan divê mask bi kar bînin.


12 – Li saziyên sektora taybet, divê karmend mask bi kar bînin.


13 – Li derveyî cih û avahiyan divê di navbera mirovan de metreyek û nîv mesafe hebe.


14 –  Kesên vedigerin welat divê soznameyekê îmze bikin ku dê xwe kerentîn bikin.


15 – Deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl heta hefteyekê dê ji bo geştyariyê were girtin.


16 – Jûra operasyonan û îdareyên serbixwe divê van xalan cîbicî bikin û çavdêriya cîbicîkirina wan bikin.


Source link

About Hooshyar

Check Also

ROJEVA 31'Ê COTMEHA 2020'AN (Anfkurdi)

Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê. Source link

وەڵامێک بنووسە

پۆستی ئەلکترۆنیکەت بڵاو ناکرێتەوە . خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *