Yekîneyên Tolhildanê bîlançoya çalakiyan a mehekê weşand


Yekîneyên Tolhildanê yên Ş. Sakîna Cansiz, Ş. Savaş Amed û Ş. Baran Dersim bi daxuyaniyekê ragihandin ku siyaseta heyî ya dewleta Tirk “siyaseta qirkirina Kurdan e” û destnîşan kirin, “Her êrişeke li dijî kes û civakê ji bo me sedema raperîn û tolhildanê ye.”

Yekîneyên Tolhildanê diyar kirin ku meha Tîrmehê wan li Wan, Amed, Êlih, Bedlîs, Edene, Mersîn û Stenbolê çalakî li dar xistine.

Li gorî daxuyaniyê li Wanê 14 çalakî hatine lidarxfistin. Yek ji wan jî 19’ê Tîrmehê çalakiya bi çekên ferdî ya li dijî qereqola polîsan a li taxa Yenî ya navçeya Rêya Armûşê bû. Her wiha di 24’ê Tîrmehê de li kolana Kûrtûlûşê ya navçeya Rêya Armûşê li dijî wesayiteke polîsan a ku li dewriyeyê digeriya bi teqemeniyan çalakî hate kirin.

Yekîneyên Tolhildanê ragihandin ku li Amedê 14 çalakî hatine kirin û çend ji wan wiha ne:

“11’ê Tîrmehê li kolana Sento ya navçeya Baglar a Amedê li dijî du wesayitên zirxî yên bi tîpa Ûral ên polîsên Tirk çalakiyên sabotajê û bi çekan hate kirin.”

“15’ê Tîrmehê li nêzî Dibistana Navîn a Farqînê ya li taxa Konakê ya navçeya Farqînê ya Amedê li dijî wesayiteke polîsan a zirxî yekîneyên me yên xweparastinê bi bombeyan çalakî kirin. Bi qasî ku hate tespîtkirin 2 polîs birîndar bûn.”

Di daxuyaniyê de hate gotin ku li Êlihê 4 çalakî hatine kirin, yek ji wan li navenda bajêr li dijî AVM’ê hate kirin ku bi temamî hate îmhakirin.

Li gorî daxuyaniyê 9’ê Tîrmehê li navçeya Tetwan a Bedlîsê li dijî wesayiteke bi tîpa Ranger a polîsan çalakî hate kirin û wesayit hate îmhakirin.

Li Edeneyê 4 çalakî hatin kirin ku yek ji wan 16’ê Tîrmehê li Pozantiyê pêk hat. Di encamê de wesayiteke sivîl a “leşkerên dagirker” hate îmhakirin.

Li Mersînê 2, li Stenbolê jî zêdeyî 20 çalakî hatin kirin.

Li gorî daxuyaniyê li Stenbolê di navbera 1 û 6’ê Tîrmehê de li navçeyên Kadikoyê, Bagcilar û Eyupê nîv otobus û şeş wesayitên “faşîstan” hatin şewitandin. Di 17’ê Tîrmehê de jî 3 wesayitên “faşîstan” li navçeya Kartalê, heman rojê 4 wesayitên “polîsên dagirker” bi çalakiyên sabotajê hatin şewitandin.

Di êvara 20’ê Tîrmehê de li qada Leşkerî ya navçeya Kuçukçekmeceyê çalakiya sabotajê hate lidarxistin.


Source link

About Hooshyar

Check Also

Êzidiyên li Ewropayê bi çalakî û karên dîplomatîk xwedî li Şengalê derdikevin

Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê, peymana 9’ê Cotmehê ya navbera rêveberiyên Hewlêr û Bexdayê …

وەڵامێک بنووسە

پۆستی ئەلکترۆنیکەت بڵاو ناکرێتەوە . خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *