Breaking News

Nûnera Neteweyên Yekbûyî di salvegera komkujiya Şingalê de bangewazî kir


PeyamaKurd – Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert îro 3yê Tebaxê di salvegera êrîş û komkujiya terorîzma DAIŞê bi ser Şingalê û Kurdên Êzidî de bangewazî li Iraq û Herêma Kurdistanê kir ragihand, pêwîst e Bexda û Hewlêr bo xizmetkirina Kurdên Êzidî û Şingalê bigihin rêkeftinê.

Jeanine Plasschaert got: “Tiştê ku ez pê geşbîn im ew e ku hejmareke zêde ya Êzidiyan hewil didin bo azadî û dadperweriyê û civaka xwe. Lê hîn êş û jana wan bi dawî nebûye, hê jî xelkê Şingalê dinalin, ji ber nebûna asayîş, xizmetguzariya wek pêwîst û nebûna îdareyeke yekgirtî li herêma wan.”

Jeanine Plasschaert pirs kir, “Ji bo çi divê ew hê jî bacê bidin? Em gelekî baş dizanin çareseriya demdirêj li ber dest e, lewra daxwazê ji herdu hikûmetên Bexda û Hewlêrê dikim ku bilez û bê paşxistin wê mijarê çareser bikin û bigihin rêkeftinê.”

Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê diyar kir, “Îdare, desthilata cîgir û saziyên asayîşê bingehên yekalîker in ji bo civak, bingehdanîn û pêşketinê, em deyndarê qurbaniyên sivîl in, deyndarê koçberan in, deyndar in, ji ber hestê me yê hevbeş ê mirovî heye.”

6 sal berê wekî îro terorîstên DAIŞê 3yê Tebaxa 2014an êrîşî Şingalê kirin û tevî kuştina bi sedan Kurdên Êzidî û koçberbûna bi hezaran ji wan, bi hezaran jin û zarokên Kurdên Êzidî jî hatin revandin û windakirin.


Source link

About Hooshyar

Check Also

Elmanya ji bo Erdogan wê hê jî gemiyên binderyayî hilberîne?

Sibata bihurî di merasîmekê de ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp tevlê bûbû gemiyeke binderyayî ya …

وەڵامێک بنووسە

پۆستی ئەلکترۆنیکەت بڵاو ناکرێتەوە . خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *