Jêderên Amerîkî Red Dikin ku li Qandîlê Civînek bi PKK’ê re Çêbûye

Wezareta Derve ya Amerîka ji Beşa Kurdî ya Dengê Amerîka re got ku di navbera Amerîka û PKK’ê de ti civîn çênebûne.

“Îdiayên pêkanîna civînekê bi ti awayî ne rast in. Civîneke wiha pêk mehatiye,” berdevkekî Wezareta Derve ya Amerîka wek bersîva pirsa VOA got.

Jêderekî leşkerîya Amerîkî jî, dîsa wek bersîva pirsa Beşa Kurdî ya VOA red kir ku kombûnek çêbûye.

“Civîneke wiha pêk nehat. Ew nûçebi tevahî derew e.”

Hêjayî bîrxistinê ye ku hin malperên Herêma Kurdistana Îraqê îdia kiribû ku şandeyeke Amerîkî çûye Çîyayê Qandîlê ku bi rêvebirên PKK’ê re hevdîtinekê bike


Source link

About Hooshyar

Check Also

Ji Înisiyatîfa Zarokên Agir rêzeçalakî

Însiyatîfa Zarokên Agir bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku li Îzmîr, Entalya, Stenbol, Aydin, Balikesîr …

وەڵامێک بنووسە

پۆستی ئەلکترۆنیکەت بڵاو ناکرێتەوە . خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *