Îranê Endamekî Opozîsyonê ya bi Navê Cemşîd Sharmahd li Dubaî Revandiye

Li gor ragihandina malbata wî ya îro Sêşemê, Cemşîd Şarmahd endamê rêxistineke çekdar ya opozîsyona Îranê ye ku li eyaleta California ya Amerîka dijî û ew ji alîyê Îranê ve li Dubaî hatiye revandin.

Îhtîmala revandina gumanbar ya Şarmahd bi daneyên ku cîhê telefona mobîl ya wî nîşan dide, ku ji hêla malbata wî ve bi AP re hatiye parve kirin, xurtir dike.

Daneyên telefonê nîşan didin ku Şarmahd berî Îranê, ji Umanê re hatiye birin.

Bûyer, di vê demê de çêdibe ku alozîyên navbera Îran û Amerîka ya ser hilweşandina peymana navokî zêde bûne û di heman demê de kiryarên veşartî yên ji hêla Îranê yên li herêmê jî pir bûne.

Malbata Şarmahd, îsrar dike ku wî tenê wek berdevkê koma opozîsyonê kar kirîye û ti têkiliya wî bi êrîşên li Îranê tune ye.

Şarmahd ku alîgirê têkbirina Şoreşa Îslamî ya Îranê ya 1979’an e, di 2009’an de jî di plana erîşeke kujer ya Îranê ya ser axa Amerîka hatibû armanc kirin.

Kurê wî da zanîn ku, Şarmahd li Dubaî bûye da ku jibo peymaneke karsazî ya ser bernameyên kompîtêrê, here Hîndistanê.

“Me di 28’ê Tîrmehê de mesaj dawî ji wî wergirtîye. Piştî vê demê wî êdî bersîv neda telefon û mesajên me,” kurê wî ji AP re got.

Daneyên cîhê telefona wî nîşan daye ku wê rojê Şarmahd li Otela Premier ya li Firîngeha Navneteweyî ya Dubaî dima.

Karbidestên Rojavayî bawer dikin ku Îran li Dubaî operasyonên îstixbaratê dimeşîne û çavderîya bi sed hezaran Îranî yên ku li vir dijîn, dike.

Îran jibo revandin û piştre kuştina vothemwelatîyê Brîtanî û Îranî Abbas Yezdî li Dubaî ya di 2013’an de tê tawanbar kirin, lê Tehran ew îdia red dike.

Polîs û karbidestên li Dubaî û herwiha berpirsên federalî yên Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî û balyozxaneya Umanê ya li Washingtonê, daxwaza şîroveyan ya ajansa AP red kirine.

Malbata Şarmahd ragihand ku ev bi hikûmeta Almanî,re ketine têkîlîyê jiber ku ew hemwelatîyê wî welatî ye û wan herwiha hikûmeta Amerîkî jî agahdar kiriye jiber ku ew bi salan e li Amerîka dijî.

Li gor Wezareta Derve ya Almanya, balyozxaneya Almanya ya li Tehranê ji karbidestên Îranê xwestiye ku bi rêya konsulxaneyê bigehije Şarmahd da ku fêhm bike ew çawa hatiye girtin.

Lê, Îran rê nade ku nûnertîyên bîyanî peywendî bi cothemwelatîyan re bike jiber Tehran wan kesana tenê wek hemwelatîyên Îranê dihesibîne.


Source link

About Hooshyar

Check Also

Hejmara gundên ku ji bin îşxala Ermenistanê hatin rizgarkirin derket 78an – – Ajansa Nûçeyan A Îlkê

Hejmara gundên ku ji bin îşxala Ermenistanê hatin rizgarkirin derket 78an Di daxuyanîya ku ji …

وەڵامێک بنووسە

پۆستی ئەلکترۆنیکەت بڵاو ناکرێتەوە . خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *