‘Gelê Kurd wê ti carî dest ji daxwaza azadiyê bernede’


Çalakiya nobedê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 25’ê Hezîrana 2012’an de li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê li pêşiya avahiyên Konseya Ewropayê û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) dest pê kir, didome.

Her hefte Kurdistanî û dostên wan ên ji bajarekî Ewropayê tevlî çalakiyê dibin. Nobedarên hefteya 424’an jî komek ji sê kesan a ji bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê ye.

Mahmût Erdogan bi navê komê daxuyaniyek da û destnîşan kir ku bêdengiya CPT a li lpêşberî tecrîda giran ku bi salan e li ser Rêberê Gelê Kurd tê meşandin, nayê qebûlkirin.

Ji çalakgeran Mahmût Erdogan got, “Em vê bêdengiyê qebûl nakin û şermezar dikin” û ji gelê Kurd jî xwest ku nerazîbûnê nîşan bide. Mahmût Erdogan got, “Bêdengiya li pêşberî tecrîdê ji bo gelê Kurd tê wateya qebûlkirina kujerê xwe.”

‘EM QIRKIRINÊ Û ZÎHNIYETA WÊ ŞERMEZAR DIKIN’

Di vê navberê de bi navê Komîteya Nobedê Zulfu Bîngol, êrişên qirkirinê yê li dijî civaka Êzidî şermezar kirin ku bi destê barbarên DAÎŞ’ê hatin kir. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Em qirkirin û zîhniyeta qirkirinê ya ku 3’ê Tebaxa 2014’an li Şengalê komkujî li gelê Kurd kir, şermezar dikin.”

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku gelê Kurd wê serî li ber fermanên bi vî rengî netewîne û dest ji daxwaza xwe ya azadiyê bernede.


Source link

About Hooshyar

Check Also

Saziyek Nû ya Zimanê Kurdî li Stenbûl Tê Ragihandin

Komala Hereketa Zimanê Kurdî (HezKurd) bi daxuyanîyekê damezirandina xwe li Îstenbul’ê biragiştî re eşkere kir. …

وەڵامێک بنووسە

پۆستی ئەلکترۆنیکەت بڵاو ناکرێتەوە . خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *