“Endîşa me ku Kovid-19 li seranserê welat belav bibe”


PeyamaKurd– Wezîrê tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca rewşa îro ya Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê ragihand. Koca got ku berê belavbûna Kovid-19 ê li çend bajaran belave bû lê ew endişe dikin ku li seranserê welat belav bibe. Wezîr Koca, di ser hesabê xwe yê Twitterê weha got:

“Li ciyên pîrozbahiya cejnê, li ciyên tatîlan mixabin faktora nexweşînê kes neda ber çav. Kovid-19 berê li çend bajaran hebû lê endîşa me ew e di rojên pêşiya me de li seranserê welat belav bibe. Bo tedbîran pêdiviya me bi hevkariyê heye.”

Rêjeya ku îro ji aliyê Koca de hat belavkirin weha ye:

4.927.217 kes heya îro bi nexweşînê ketine.

   233.851 kes heya îro bi nexweşînê ketine.

       5.747 nexweş heya îro mirine.

       %8.5 di nexweşan de zaturre çêbû.

         580 nexweş halên wan girane.

  217.497 nexweş heya îro baş bûne.

    41.201 test îro hatine kirin.

         995 kes îro nexweş ketine.

           19 nexweş îro mirine.

      1.003 nexweş îro baş bûne.


Source link

About Hooshyar

Check Also

بەرنامەی هەلەو واشنتن: هەڵبژاردنی سەرۆکایەتی ئەمەریکا

تەنها چەند ڕۆژێک ماوە بۆ هەڵبژاردنەکانی 3 ی مانگی 11 ی ئەمەریکا هەردوو کاندیدی هەڵبژاردنەکان …

وەڵامێک بنووسە

پۆستی ئەلکترۆنیکەت بڵاو ناکرێتەوە . خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *