“Deriyê Xêbûrê dê bê girtin”

PeyamaKurd– Wezareta karên hundir ya Kurdistanê ragihand ku wan bo tedbîrên li dijî Kovid-19 ê gelek biryaran daye ku yek ji wan bo hefteyekî Deriyê Xêbûrê an ku deriyê Îbrahîm Xelîl bo geştûguzariyê bêgirtin. Bi sedema zêdebûna nexweşînê, wezareta karên hundir ya Kurdistanê bi awayekî nivîskî tedbîran weha ragihand:

-Li temamên ciyên tûrîstîk wê maske mecbûrî be.

-Park, cafe, çayxane û ciyên turîstîk dê bên girtin.

-Salonên sporê, hewzên avjeniyê û mekanên ahengan dê bên girtin.

-Temamên civînên olî û civakî tên qedexekirin.

-Temamê xwaringeha tenê li ser sîparîşan dê bixebitin.

-Çûn û hata navbera bajaran û herêmên îdarî dê rawestin

-Çûn û hatina navbera Iraqê û Herêma Kurdistanê bo yek hefteyî dê raweste.

-Ajotvanên otomobîlan dê maske deynin ber devê xwe. Ajotvanê ku maske daneyne ber devê xwe, wê 50 hezar dînar ceza bide.

-Xebatkarên kargehên taybet wê bi maske bixebitin.

-Deriyê Xêbûrê (Îbrahîm Xelîl) bo çûn û hatina tûrîzmê dê bo yek hefteyekî bê girtin.


Source link

About Hooshyar

Check Also

Li cîhanê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket li ser milyonek û 171 hezarî

 Mirinên ku ji ber Coronavîrusa ku li Wuhana Çînê derket holê û di demeke kurt …

وەڵامێک بنووسە

پۆستی ئەلکترۆنیکەت بڵاو ناکرێتەوە . خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *