Serokwezîrê Kosova Avdullah Hoti bi Korona Ket

Serokwezîrê Kosova Avdullah Hoti ragihand ku ew bi vîrusa korona ketiye û niha xwe li malê tenê hiştiye.

Hoti di daxuyanîyeke ser Facebookê de got ku xencî kuxîna sivik ti semptomên wî yên koronayê tunene.

Wî zelal nekir ku ti kesên dora wî jî bi korona ketine û ew jî xwe li malê dûrî civakê digirin yan ne.

Karbidestên saxlemî yên Kosovayî di meha borî de awayekî berbiçav ya bilindbûna tûşbûna korona û mirinên ji wê vîrusê ragihandibûn ku ew rewşa xeter hîn jî didome.

Hikûmeta Kosovayî, bi xirabtirbûna rewşê ragihand ku civînên girseyî hatine sînordar kirin û li nexweşxaneyan nivînên nû hatine amade kirin.

Hikûmetê do Yekşemê ragihandibû ku heta niha 8,799 pêketinên korona çêbûne û 249 kes jî mirine.


Source link

About Hooshyar

Check Also

مافەکانی دەنگدەر لە ئەمریکا

کاربەدەستانی باڵای هەڵبژاردن لە ئەمریکا ژمارەیەک ڕێوشوێنیان دیاریکردووە، تا مافی دەنگدەر بزانرێت و دەنگدەر ڕووبەڕووی …

وەڵامێک بنووسە

پۆستی ئەلکترۆنیکەت بڵاو ناکرێتەوە . خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *