Pektaş ê ji bo du parêzeran di greva birçîbûnê de bû destgîrkirin


Li Navçeya Încîrlîova ya Aydinê Ertunç Pektaş (44) bi armanca piştgiriyê bide Parêzer Ebru Tîmtîk û Aytaç Unsal ên ji bo mafê “Darizandina bi edalet” ketine rojiya mirinê, ji 1’ê Tebaxê ve dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir.

Piştî Pektaş dest bi grevê kir, polîsan bi ser kiraathaneya wî de girt û bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” destgîrkirin.

Hat zanîn ku dema polîsan Pektaş destgîrkirin li wî xistine.

Hat zanîn ku Pektaş ê li Midûriyeta Polîsan a Aydinê tê girtin, dê îro sewqî edliyeyê bikin.


Source link

About Hooshyar

Check Also

Di Êrîşekê de li Frensa Qeşeyekî Yûnanî Birîndar Dibe

Çavkanîyeke polîs û hin gewahîderên bajarê Lyon ê Frensî îro Şemiyê got ku êrîşkerekî qeşeyekî …

وەڵامێک بنووسە

پۆستی ئەلکترۆنیکەت بڵاو ناکرێتەوە . خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *