Li Wanê cerdevanan dest bi birîna daran kirin

Serçete Ayhan Kahraman ê li gel tugaya leşkerî ya li taxa Şabaniye ya Wanê kar dike, dest bi dar birînê kir.

Serçete û leşkerên li gel li taxê dest bi birîna daran kir, hinceta dar birînê jî weke li pêşiya çavdêrî û frankansên deng ê tugayê dibin asteng nîşan da.

Kahraman û leşker ji bo her xwediyê daran ku daran bibirin 300 Lîreyê Tirkî pêşkêş kir. Piştre jî leşker û cerdevanên dest bi birînda daran kir, bi hezaran dar birîn, ziyanek mezin da xwezayê.

Li Wanê di salên dawî de piştî birîna daran li gorî rêza bajarên di nava keskahiyê de ya ji aliyê Wezareta Çandinî û Daristanê ve hate parvekirin, Wan li Tirkiyeyê di rêza 77’an de ye.


Source link

About Hooshyar

Check Also

Li Fransayê operasyonên dijî Îslamiyên radîkal didome

16’ê Cotmehê li Conflans-Saînte-Honorîneyê penaberekî Çeçen ku êrîş bire ser Samuel Patye mamosteyek kuşt û …

وەڵامێک بنووسە

پۆستی ئەلکترۆنیکەت بڵاو ناکرێتەوە . خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *