Breaking News

Ji Desteya Bilind a Laleşê daxuyaniyeke girîng a 6emîn salvegera komkujiya DAIŞê


PeyamaKurd – Desteya Bilind a Binkeya Laliş a Rewşenbîrî û Civakî ya Duhokê di salvegera komkujiya DAIŞê ya bi ser Şingalê de ku 3yê Tebaxa 2014an hatibû encamdan, daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Bexda berpirsyarê rewşa niha ya Şingalê ye” û hat diyarkirin, rewşa Êzidiyan ew qas xirab e ku eger derfet hebe ew dê hemû koç bikin û Iraqê terk bikin.

Hê 2 hezar 800 jin, mêr û zarokên Êzidî winda ne

Di daxuyaniyê de hat eşkerikirin: “Hêj nêzîkê 2800 jin û mêr û zarokên Êzidî winda ne, çendîn kesên din jî ji ber siberojeke nediyar û zêdebûna tundrewiya olî ji Rojhilata Navîn û di nav wê de jî ji Iraqê awareyî welatên Ewropa, Amerîka, Awustralya û welatên din bûn.”

Her çiqas heta niha amarek diyar nîne ku piştî êrîşên DAIŞê çend Êzidî ji Iraqê derketine, lê Binkeya Laliş hişyarî dide ku rewşa wan ew qas xirab e “eger deriyê koçberiyê li ber Êzidiyan vebe, bi hezaran Êzidî dê koç bikin”.

“Bi xemên Êzidiyan bazirganiyê dikin”

Desteya Bilind a Binkeya Laliş a Rewşenbîrî û Civakî di daxuyaniya xwe ya îro şemiyê 2yê Tebaxa 2020an de bêyî ku navê aliyekî bide wiha got:

“Di demekê de ew bîranîna dilzîz tê ku xelkê me li Şingalê û temamê Êzidiyan li naverasta rê rawestiyane, ji ber ku rewş li Şingal û komelgehan û li çiyayê Şingalê aloz e. Hebûna hejmareke zêde ya çekdaran ku her yek ji wan li pey berjewendiyên xwe diçin û bi xemên Êzidiyan bazirganî dikin, giringîdana wan tenê dirûşmên sexte ne ji bo bidestxistina armancên xwe, ku niha ew armanc ji bo her kesî ronî û eşkere bûn.”

‘Bexda berpirsê rewşa Şingalê ye’

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, Desteya Bilind a Binkeya Laliş a Rewşenbîrî û Civakî li Kurdistan û Iraq û cîhanê saziya sivîl a Êzidiyan a herî mezin e û hat destnîşankirin, “Bexda ji rewşa aloz a Şingalê berpirsyar e û em wisa bawer dikin bi qestî rewşê bi vî awayî dihêlin ji bo pêkanîna wan armancên xwe, dibe ku bigihin derveyî sînorê Iraqê.”

‘Divê xeletiyên berê neyên dubarekirin’

Di dawiya daxuyaniyê de ji Bexdayê hat xwestin ku ji bo ew alozî û tevliheviya çek a li seranserê Şingalê çareseriyek bibînin, hemû yekîneyên çekdar ên Iraqî û biyanî dûr bixin, herwiha li ser çawaniya îdarekirina karûbarên Şingalê bi hemahengiya li gel xelkê Şingalê, jihevtêgihiştinek di navbera Wezareta Bergirî ya Iraqê û Wezareta Pêşmerge de hebe. Ew xeletiyên berê jî werin rawestandin ku bi zorê qaymeqam û rêveberê nahiyeyê ji derveyî sînorê Iraqê bo postên îdarî yên (Şingalê) hatibûn danîn.


Source link

About Hooshyar

Check Also

Contacteer Ons: Voor meer informatie

Omwille van de corona-maatregelen werkt het team van thuis. Wij blijven echter voor u bereikbaar …

وەڵامێک بنووسە

پۆستی ئەلکترۆنیکەت بڵاو ناکرێتەوە . خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *